QSD’ê operasyona ‘Birûska Cizîrê’ da destpêkirin

QSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê li li Hol û Til Hemîs operasyona Birûska Cizîrê da destpêkirin .

Navenda Raghandina QSD’ê derbarê operasyonê de ev agahî parve kirin:

Hemwextî êrişên Tirkiyê, şaneyên DAIŞ’ê êrişên xwe li dijî şêniyên herêmê zêde kirine.

DAIŞ’ê 8 caran hewl da ku êrişî kampa Holê û hin deverên Dêra Zorê û Hesekê bike lê hewlên wan têk çû..

Herî dawî jî êrişî Navenda Hêzên Asayîşê ya li Reqayê kirin..

Li dijî vê yekê QSD’ê operasyon Birûska Cizîrê li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Hol û Til Hemîsê da detpêkirin.

QSD’ê eşkere kir ku ev operasyona ji bo tolhildana şehîdên êrişa li Reqayê ye..

QSD’ê diyar kir ku wê sala 2023’an de bibe destpêka operasyona li dijî rêxistina terorê..

Back to top button