Dema mijar dibe Kurd, dijminahiya xwe bi hêsanî jibîr dikin

Encamên pêşî yên ji hevdîtina doh a Mosko derketin holê, nîşaneya vê yekê ye.

Bihara Erebî yan jî raperîna gelan ku li Tûnsê destpê kir û paşê berê xwe da Lîbya û Misrê, bayê xwe li Sûrî jî da.

15’ê Adara 2011’an li bajarê Derayê gel li dijî rêjîma Baas rabû ser piyan û di dawiya Nîsanê ev pêla nerazîbûnan li beşeke mezin ê welat belav bû.

Di wextekî de ku piraniya hêzên cîhanî hê ne xwedî fikir bûn bê ka wê encama sehildana gel çi be, Tirkiyê niyeta xwe beriya her kesî eşkere kir.

Ji gotina “em ê demeke nêzî nimêja înê li Mizgefa Emewî bikin” heta “kujer beşar” û ” qesem bi navê xwedê tûyê di berdêla kujeriya xwe de hesabekî giran bidî”.

Tişt nema ku Erdogan ji bo Beşar û rêjîma wî negot.

Û ji bo pêkanîna xeyalên xwe ên Osmanî pêşî di bin navê destekdayîna opozîsyona Sûrî, komên çekdar li welatê xwe bicih kirin.

Paşê bi destekdayîn leşkerî hiştî ku raperîna gel veguhere şerekî navxweyî yê kambax.

Dema ku dît ev siyaseta wî bikêra tiştekî nayê, vê carê berê xwe da komên selefî.

Heman bêjin beşeke mezin ji sînot xwe ji bo derbasbûyî çeteyên DAIŞ û El Qaîdê vekir.

Çek û pere ji wan re şandin.

Her li bendê bû ku di nava demeke kurt de daxwazên wî yên kontrolkirina Sûrî pêk werin.

Lê hesabên Erdogan ên mal û sûkê lihev nehatin.

Bê goman aliyên ku ev hesab têk birin jî hêza gelê Kurd bû.

Vê têkoşînê bi qasî ku rêya azadiyê li pêşiya gelê Kurd vekir, hişt ku tirs û xofeke mezin bikeve dilê Erdogan û rêjîma wî.

Û ji bo pêşî li statûya gelê Kurd were girtin, desteka xwe a ji bo DAIŞ’ê zêde kirin.

Hêvî û bendewariya wan ew bû ku bi êrişa li dijî Kobanê ya dawiya sala 2014’an derbeyeke giran li Kurdan were xistin.

Di rewşeke wiha de eger xeyalên wan ê kontrolkirina Şam û Helebê pêk neyê, qet nebe ew ê karibin beşeke mezin ji sînorê Rojavayê Kurdistanê bixin bin serweriya xwe.

Lê hem serkeftina mezin a li Kobanê û hem jî piştgiriya navneteweyî ya ji bo gelê Kurd li pêşiya daxwazên Erdogan bû asteng.

Vê carê bi serîtewandina li hemberî Rûsyayê û her wiha di berdêla firotina opozîsyona li Heleb û derdora Şamê, Erdogan dest bi tevgera xwe a dagirkeriyê kir.

Ji nexşeya vê tevgerê diyar bû ku armanca sereke têkbirina doza gelê Kurd e.

Lewma pêşî bi dagirkirina Cerablûs, Bab û Ezazê, xwestin rêya di navbera Cizîrê, Kobanê û Efrînê de bibirin.

Lê ji ber ku vê yekê jî nekarî têkoşîna Kurdan têk bibe, Çileyê 2018’an bi destûra Rûsya û Amerîkayê, dewleta Tirk êrişî bajarê Efrînê kir.

Cotmeha 2019’an jî weke berdewamiya vê dagirkiriyê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Di van hersê êrişan de jî hukûmeta Şamê li şûna bergiriyê, rêya bêdengiyê hilbijart.

Bi gotineke din rêjîma Baas a bi dehê salan Kurd ti carî weke beşke sereke ji pêkhatiyên Sûrî hesab nekir, her li kuştina wan temaşe kir.

Ev siyaseta şoven wisa li rêjîmê kir ku dijminahiya dewleta Tirk û hewlên wê ên pereçkirina Sûrî jibîr bike.

Ne tenê wisa, tenê ji bo têkbirina gelê Kurd, stûyê xwe li hemberî zextên Rûsya tewand û destê xwe da destê rêjîma Tirk.

Doh weke gava pêşî ya vê yekê piştî 11 salan wezîrên parastin û şefên îstîxbaratê yên Sûrî û Tirkiyê li Mokso hatin cem hev.

Tişta ji vê hevdîtinê diyar dibe ev e;

Hem Erdogan êrişkariya xwe a li hemberî Beşar da aliyekî,

Hem jî Beşar sonda xwe a ku ew ê ticarî lihevhatina bi Tirkiyê re qebûl neke jibîr kir.

Û navê vê lihevhatina wan jî “Kuştina gelê Kurd” e.

Back to top button