Dewleta Tirk li gundên Eyn Îsa û Girê Spî yên dagirkirî satiran çêdike

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê bi çêkirina satiran li gundên dagirkirî yên Eyn Îsa û Girê Spî de amadekariya êrişan dikin.

Li gor ajansa ANHA’yê, hêzên dagirker li gundê Ebû Zuhur, Kefîfa, Mevdût yên rojavayê Girê Spî bi tireksan satiran çê dikin.

Dagirker nahelin şênî nêzî erdê xwe bibin û gundên giredayî Eyn Îsa yên dagirkirî bi giştî bi satiran hatine dorpeçkirin.

5 barergeh û 33 noqtêyên çeteyan li gundên Eyn Îsa û Girê Spî de hatine avakirin û derdora wan jî bi satiran hatiye girtin.

5 barergehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Hoşan, Kefîfa, li pêşiya gundê Qizelî, Şergirak, Xirbetfaris hatine avakirin.

Li gor agahiyan, barergeha li gundê Hoşan yê rojavayê Eyn Îsa barergeha herî mezin a dagirkeran e.

Dûrbûna barergehê ji rêya M4 kêmtirî 800 metre ye.

Di barergehê de çêkên giran hatine bi cih kirin û derdora wan çêkan jî bi satiran hatine girtin.

Hejaye gotinê ku di van barergehan de kamere hatine danîn ku taybet erebeyên sivîl bi zanebûn tên hedefgirtin.

Şivanên ku pezê xwe li gundê nêzî dagirkeran diçêrin têne bombebarankirin.

Back to top button