Li Amêdiyê balefireke keşfê ya Tirk ket xwarê

Li sinorê bajaroka Amêdiyê balefirek keşfê ya dewleta Tirk ket xwarê û herêm ji aliyê balefirên şer ve hate bombebarankirin.

Îro balefirek keşfê ya dewleta Tirk piştî ku demek bi ser asîmanê Geliyê Sîva li nêzî gundê Guherzî geriya, ket xwarê.

Lê nayê zanîn balefir hatiye xistin yan jî bi xwe ketiye xwarê.

Her wiha balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Meranî û rêze çiyayê Gare yê li nêzî bajaroka Çemankê ya ser bi Amêdiyê bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê şewatek mezin bi eraziyê deverê ketiye.

Di roja 29’ê Îlonê jî de, balefirên şer ên Tirk 14 caran Geliyê Sîva bombebaran kiribûn û ziyanek mezin bi bax û rezên welatiyan ketibû.

Back to top button