Zozan Çewlik: Îsal li hemberî êrişan berxwedaneke bêhempa hate nîşandan

” Em ê sala 2023’an bikin saleke berxwedana topyekûn” bi van gotinan Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Zozan Çewlik şerê sala 2022’an nirxand. Zozan Çewlik da zanîn ku îsal hêzên YJA STAR’ê li hemberî êrişan berxwedaneke bêhempa dan meşandin û gelek çalakî li dar xistin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Zozan Çewlik, şerê azadiyê yê YJA STAR’ê ên sala 2022’an û berxwedana li dijî dewleta Tirk nirxand.

Zozan Çewlik diyar kir ku sala 2022’an pêvajoyeke ji rêzê ya operasyonê nebû û got:

Sala 2022’an de êrîşên herî berfireh ên dagirkeriyê hatin kirin û li hemberî van êrîşan jî berxwedaneke bêhempa hate nîşandan.

Di nava salê de bi her cûreyî piştgiriya teknîkî ji dewleta Tirk re hate dayin û destûr jê re hate dayin, ku gelek kiryarên li dijî exlaqê bike.

Bi çalakiyan re hêzên YJA STAR’ê di şerê tunelan de sekneke îradeyî nîşandan ku êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer têk bir.

Zozan Çewlik: Sala 2022’an ji bo YJA Star bû sala herî zêde çalakî hatin lidarxistin

Zozan Çewlik li ser bîlançoya salê ya şer a ji aliyê hêzên YJA STAR’ê ve ev agahî da:

  • YJA STAR’ê 363 çalakiyên xweser lidar xistin.
  • Bi van çalakiyan re 485 dagirker-faşîst û 4 kontra hatin cezakirin, 52 faşîst jî birîndar bûn.
  • 3 helîkopter hatin îmhakirin, derb li 3 helîkopteran hate xistin.
  • 11 drone hatin îmhakirin û derb li droneyekê hate xistin.
  • Tevî yên zirxî 6 wesayit hatin îmhakirin.
  • 13 mobesse, kamerayek, 2 kamerayên termal, sensorek û sîstemeke radarê hatin îmhakirin, derb li mobesseyekê hate xistin.
  • 29 çeper hatin îmhakirin, derb li 3 çeperan hate xistin, her wiha 2 kon hatin îmhakirin.
  • Di beşa branşê de çalakî herî zêde bi rêbaza sûîqestê hatin kirin. Sekvanên YJA STAR’ê 203 çalakiyên xweser ên sekvaniyê kirin.
  • 121 şervanên me yên jin şehîd bûn.

Zozan Çewlik: Konsepta îmhayê wê hîn bi berfirehî bê meşandin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê ragihand ku asta êrîşên ku di sala 2022’an de hatin kirin, nîşan dide ku sala 2023’an wê bibe saleke ku şer lê giran bibe û wiha bi lêv kir:

Tevî ku bikaranîna çekên kîmyewî bû rojev jî artêşa Tirk li ser çeperên berxwedanê yên nekarî bixe hîn bêhtir bi kar tîne û êrîşan dike.

Li gel vê yekê êrîşên li ser parçeyên din ên Kurdistanê, li ser Rojava, Şengalê, Mexmûrê dewam dikin.

Zozan Çewlik: Em ê sala 2023’an bikin sala berxwedana topyekûn

Zozan Çewlik anî ziman ku li gel êrîşên topyekûn ew ê sala 2023’an bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikin saleke berxwedana topyekûn û got:

Di sala 2023’an em ê rêbaza şer a ku li Zap, Metîna û Avaşînê xwe ispat kir bêhtir bi pêş ve bibin û sala 2023’an bikin saleke tolhildanê.

Back to top button