Hunermendên Kurd ên li Ewropayê amadekariya çalakiyan dikin

Hunermendên Kurd li bajarê Kolnê yê Almanyayê kom bûn û bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê dan. Hunermendanên ku li dijî dagirkerî û xiyanetê amadekariyên çalakiyan dikin, bang li her kesî kirin ku li ber van êrişan rabin.

Hunermendên endamên Tevgera Çand û Hunera Kurdî ya li Ewropayê li bajarê Kolnê yê Almanyayê kom bûn û bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ên li ser başûrê Kurdistanê dan..

Hozan Comerd diyar kir ku kurd li Qoçgirî, Geliyê Zîlan û di dema Şêx Seîd de hatine qetilkirin û ev qirkirina piralî hê jî didome.

Hozan Comerd: PDK bêbextiyê dike, pêşmerge jî li dijî êrişên dagirkeriyê ne

Hozan Comerd anî ziman ku Rêber Ocalan, ciwanên kurd û ev gel ji bo dawî li van komkujiyan bê serî rakirin û got:

“40 sal in ev bar li ser milê gerîla hatiye barkirin. Êdî cihan vê dozê nas dike.

Cihan êdî amadeye bi her awayî kurdan qebûl bike.”

Hozan Comerd, referandûma serbixwebûnê ya başûr di 2017’an de jî bibîr xist û wiha pêde çû:

“Tirkiyeyê qebûl nekir û leşker şandin ser sînor.

PDK, bêbextiyê dike. Bawer im gelek pêşmerge li dijî vê dagirkeriyê ne û naxwazin li hember gerîla şer bikin.

Hunermendên kurd jî divê xwedî helwest bin li dijî vê.”

Hunermend Emekçî: Em ê heta dawiyê li pişt gerîla bin

Hunermend Emekçî jî destnîşan kir ku Tirkiye hemû tiştê xwe xistiye vî şerî û hebûna xwe di vî şerî de dibîne.

Emekçî îşaret bi hevakariya NATO, PDK û Tirkiyê kir û got ku Barzanî û malbata wî bi kirinên xwe helwesta xwe ya li dijî Kurdan îlan kirin.

Hunermend Emekçî di dawiyê de jî anî ziman ku heya ew sax bin ew ê li pişta gerîla bin.

Denîz Deman: Ji bo pêşî li şer û komkujiyan bê girtin em ê bixebitin

Hunermend Denîz Deman jî diyar kir ku dewleta Tirk ji bo PKK’ê tune bike, PDK’ê wekî amûrekê bi kar tîne û axaftina xwe wiha domand:

“PDK ji bo xanedaniya xwe dijberiya PKK’ê dike û bi vê siyaseta xwe destkeftiyên gelê kurd dixe xeteriyê.”

Denîz Deman anî ziman ku gelê kurd di pêvajoyekî awarte re derbas dibe û got:

Hunermendên kurd li hev kom bûne û maseyeke krîzê ava kirine.

Ji bo pêşîgirtina li şer û komkujiyan, em ê bixebitin.”

Hozan Deman di dawiyê Hozan Mizgîn, Hozan Sefqan, Delîla û Hozan Serhad bibîr anîn û got:

“Ew tim pêşengên pêvajoyên bi vî rengî bûn. Hunermend divê bi helwesta xwe û gotinên xwe bibe pêşengê gelê xwe.”

Back to top button