Li herêmê ji ber vîrûsa Corona 3 kesên din jiyana xwe ji dest da

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 3 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Desteya Tendusritiyê ya herêmê ragihand ku ji kesên mirî 2 ji Hesekê ne û 1 ji Qamişlo ye.

Hevserokê desteyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 62 kesên din bi vîrusa Coronayê ketine û 11 kes jî baş bûne.

Heta niha li herêmê 17 hezar û 919 kes bi Coronayê ketine, ji wan 732 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 815 kes baş bûne.

Back to top button