Efrin..Dagirkeran 4 malbatên Kurd ji gundê Kibeşînê derxistin û malên wan desteser kirin

Dewleta Tirk a dagireker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî bi her awayî sûc û hovîtiyên xwe dewam dikin.
Dagirkeran 4 malbatên ji gundê Kibeşîn yê Şêrewa ji malên wan derxistin û malên wan destserkirin.
Komeleya Parastina Gelên Di bin Gefan de jî eşkere kir ku dewleta Tirk hewil dide Êzîd û Elewîyê li Efrînê tune bike.

Dewleta Tirk a dagirker plana guhartina demografiya Efrînê hewlidide bi lez pêk bîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Erînê Sûrî ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk çar malbetên kurd ji gundê Kibeşîn derxistin û malên wan destserkirin.

30’Gulanê, çeteyan ji bo malên van malbatan veguherînin navedeke leşkerî, malên wan desteserkirin û ji gund derxistin.

Li Efrînê wargeh ji malbatên çeteyan re tên avakirin

Her wiha rêxistinê di derbarê avakirina wargehên niştecihê dîmek weşand.

Di dîmenê xuya dibe ku li gundewarê Efrînê Komeleyeke girêdayî Ixawn El-Muslimîn wargeheke niştecihê ji malbatên çeteyên dewleta Tirk re ava dike.

Rêxistineke Elmanî: Dewleta Tirk hewl dide Êzidî û Elewîyên li Efrînê qir bike

Di derbara guhartina demografiya Efrînê de Komeleya Parastina Gelên di bin gefan de a şaxê Almaniyayê, hikûmeta Tirkiyê bi pêkanîna siyaseta Tirkkirinê û guhartina Demografîk li Efrînê tawanbar kir.

Di daxuyniya ku komeleyê belavkiriye, diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya avakirina mizgeftan li gundên Êzîdî û yên Efrînê fikrên tundrew belav dike.

komîteyê di daxuyniya xwe de hikûmeta Almanya ji hevkariya wê bi komeleyên Islamî yên girêdayî Tirkiyê hişyar kir.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk piştî etnîka Xirstiyanî li Efrînê qir kir, niha hewil did ku Etnîka Êzîdî û Elewî jî qir bike.

Back to top button