HPG: Li herêma Zapê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê li bakur û başûrê Kurdistanê bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker didin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyên gerîlayan de li herêma Zapê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de gerîla derbên mezin li leşkerên Tirk yên dagirker xistin û ev agahî parve kir,

“1’ê Hezîranê li qada Cîlo yê Biçûk yê herêma Zapê, li dijî dagirkeran çalakiyek hate lidarxistin. Di çepera ku bû hedefa çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeper jî bi temamî hate rûxandin.”

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên şer û helîkopteran bombebaran kirin.

Hat diyar kirin 1’ê Hezîranê qadên Girê Sor û Stunê yên herêma Avaşînê û qada Koordînê ya Herêma Metînayê hatin bomebebarankirin.

HPG’ê diyar kir ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye û da zanîn ji ber bombebaran û êrîşan agir bi gelek herêman ket û şewat hîn jî dewam dike.

HPG’ê nasnameyên 5 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê nasnameyên 5 gerîlayên jin yên ku 3’yê Çileya 2021’ê li çiyayê Gabarê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê diyar kir li dijî operasyona zivistanê ku pêk hatî gerîla Dorşîn Hebeş, Yildiz Yilmaz, Eylem Zêvkan, Têkoşîn Egîd û Hîlan Goran berxwedaniyeke dîrokî kirine û şehîd bûne.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancê wan da.

Back to top button