Mitînga “Çareserî em in”..Ji gelek deverên Bakûrê Kurdistanê tevlî mitîngê bûn

Îro li Amedê mitînga HDP’ê bi dirûşma “Çareserî em in” li Qada Îstasyonê hat lidarxistin. Bi dehhezaran kes ji gelek bajaran di mîtîngê de hazir bûn.

Mitînga HDP’ê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” li Qada Îstasyon a Amedê hat lidarxistin..

Ji Riha, Dîlok, Semsûr, Dêrsim, Êlih, Şirnex, Wan û bajarên din ên bakurê Kurdistanê bi dehhezaran kes tevlî mitîngê bû.

Mîthat Sancar: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitîngê de girseya gel silav kir û got: “Em ji bo azadî, aştî û edaletê li vê derê ne. Yên ku dibêjin qey dê HDP’ê bi dozên kompasê tune bikin, bila li vê qadê baş binêrin û vê îradeyê bibînin.

Sancar banga li hemû hêzên demokrasiyê kir ku nebin parçeyeke planên şer û ji bo valaderxistina van planan, wer in em bi hev re têbikoşin.

Gulistan Atasoy: Amed hêviya demokrasiyê ye, navê serkeftinê bi xwe ye

Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî girse silav kir û got: Zext wê nekarin me ji rêya me bikin. Gelê Amedê derseke baş dide kesên ku heta niha ev îrade fêm nekirine.

Berdan Ozturk: Çareserî ne li soçiyê di azadiya ocalan de ye

Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk di mitînga axivî û ev mesaj da: “Çareserî ne li Soçiyê lê, di azadiya birêz Ocalan de ye.”

Back to top button