Artêşa Tirk gundên navçeya Şera û Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Û di êrişan de 5 leşkerên hikûmeta şamê birîndar bûn.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê hê jî dewam dikin.
Arteşa tirk a dagirker di seatên piştî nîvro de gundê Tat Maraş a navçeya Şera topbaran kir.
Di topbaranê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.
Her weha beriya wê jî dîsa dagirkeran gundê Meyasê ya navçeya Şêrawa topbaran kir.
Di encama topbaranê de 5 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn
Li vir jî di encama êrişê de 4 leşkerên hikûmeta şamê birîndar bûn.
Tevî ku hêzên hikûmetê jî dibin armanc, lê dîsa hikûmet dengê xwe dernaxe.
Hîna jî hikûmeta Şamê li hember van êrişên domdar helwest nîşan nedaye.