Meclisa gel a Xanesorê ji nû ve tê avakirin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 11’ê Kanunê de avahiya Meclisa Gel a Xanesorê a Şengalê bombebaran kiribûn. Di encamê de avahî hat rûxandin.
Di roja Cejna Êzî de, meclîs ji nû ve tê avakirin.

Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo ji nûve avakirina avahiya meclisê, îro dest bi kar kirin.

Hevserokê Meclisa Gel a Xanesorê Berekat Îbrahîm li ser ji nûve avakirina meclisa axivî û da zanîn ku wê ti kes nekaribe îradeya wan bişkîne û got:

“Me weke gelê Xanesor û Rêveberiya xweser biryar da ku em ji nû ve avahiyê ava bikin.

Em dixwazin li vir ji her kesê re bêjin, wê ti kes nikaribe îradeya me bişkîne.

Em li ser soza ku me dayî gel û şehîdên xwe ne.”

Back to top button