Piştî dehan bangên Rêveberiya Xweser û QSD’ê yên li ser metirsiya DAIŞ’ê ji NY deng derket.
NY bi raporekê metirsiya zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê ragihand.
Rêveberê Beşa Têkoşîna li dijî Terorê ya NY Vladimir Voronkov têkildarî gef û metirsiya DAIŞ’ê ku li ser aştî û ewlekariyê, raporeke ji 12 rûpelan pêk dihat, pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY kir.
Di raporê de hişyariya wê yekê hatiye dayîn ku çeteyên DAIŞ’ê di nava 6 mehên dawî yên 2020’an de tevgera xwe zêde kiriye.
Voronkov diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji tevlîheviya ku ji ber vîrûsa Corona derketî fersend dîtiye û gihaye wê astê ku di sala 2021’an de li cihên cuda yên cihanê êrîşan pêk bîne.
Weke cihên herî zêde DAIŞ’ careke din xwe lê komî ser hev dike, Sûriye û Iraq hat destnîşankirin.
Voronkov dazanîn ku tenê li Sûrî û Iraqê 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene.
Her wiha li Efxanistan 2 hezar, Afrîka Navîn û Bakur-rojhilatê Asya jî hebûna xwe diparêze.