Komîteya jinê li gundewarê rojava aşê duyemîn vekir

Komîteya jinê ya meclisa sivîl a Dêra Zorê, aşê duyemîn vekir.

Bi armanca dabînkirina pêwîstiyên firinan û başkirina kualîteya ard û desteka aboriya jinê, aşekî din hat vekirin.

Hêza aş a berhemdana rojane digihêje 30 tonî.

Aş li gundewarê Dêra Zorê yê rojava hat vekirin.

Ji rêveberiya beşa fenî ya aş, birêz Nasir El-Umer diyar kir ku ew bi her awayî hewl didin ku kualîteya ard baş bikin û wiha dewam kir;

“Aş ji saet 7″ê sibehê heta 3″ê piştî nîvro tê xebitandin, piştre nobeta duyemîn dest pê dike ku ew jî ji saet 3″ê heta 11″ê şevê dewam dike.”

Li gorî Nasir El-Umer wê nobeta sêyemîn jî bixin dewrê da ku aş 24 saetan bixebite.

Ji rêveberiya ofîsa aborî ya jinê jî, Fatime Asaf diyar kir ku wê dahatûya aş li jinên bêxwedî û kar were belavkirin.

Beriya demekê ard bi rêjeyeke kêm û kualîteyeke nebaş dihat berhemdan, ji ber vê yekê komîte û ofîsa aborî ya jinê aşekî din vekirin.

Back to top button