Konseya ‘YE’ li ser 5 xalên polîtîkaya koçberiyê lihev kirin

Endamên Yekîtiya Ewropî û Parlamentoya Ewropî li ser pênc xalên polîtîkaya koçberiyê lihevkirin.
Ji krîza koçberiyê ya sala 2015’an ve, Yekîtiya Ewropayê li çareseriyekê digere ka çawa penaberan di nav welatên endam de dabeş bike.

Piştî sê salan ji danûstandinên dûr û dirêj, nûnerên welatên endamên Yekîtiya Ewropî û Parlamentoya Ewropî li ser pênc mijaran gihîştin peymanekê ji bo reformkirina siyaseta blokê ya koçberiyê.

Pêngava ku bi navê “Peymana Nû ya Penaberî û Koçberiyê” tê binavkirin, di Îlona 2020’an de ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve ji welatên endam re hat pêşkêşkirin.

Ji ber ku hikûmetên Yekîtiya Ewropayê ji bo ku li hemberî zêdebûna mezin a hejmara penaberan tevbigerin, tedbîrên yekalî û bê koordîne digirtin.

Înîsiyatîf wekî pêngavek nû ya ‘rêveberiya krîzê’ ji bo sererastkirina qaîdeyên koçberî û penaberiyê di nav blokê de hate pêşkêş kirin, piştî ku pêşnûmeya berê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropî piştî krîza koçberan di sala 2016 de têk çû.

Pêdivî ye ku peymana siyasî bi fermî ji hêla Encûmena Ewropî (dewletên endam) û Parlamentoya Ewropî ve were pejirandin.

Peymana Nû armanc dike ku qaîdeyên pêşbînbar, zelal û nezelal biafirîne ku hemî welatên endamên Yekîtiya Ewropî girêdide, bêyî ku cihê wan yê erdnîgarî û hêza wan a aborî be.

Armanca dawî ya peymanê ew e ku hevsengiyek di navbera berpirsiyariyên welatên wekî Îtalya, Îspanya û Yewnanîstanê ku piraniya penaberan qebûl dikin û welatên din de pêk bînin.

Pênc bendên Peymana Koç û Penaberiyê ku li ser hatin lihevkirin:

Rêziknameya tespîtkirinê, Rêziknameya Eurodac, Rêziknameya Pêvajoyên Penaberiyê, Rêziknameya Rêvebiriya Penaberî û Koçberiyê û Rêziknameya Krîzê.

Yekîtiya Ewropayê ji sala 2015’an ve li çareseriyê digere

Ji kirîza koçberiyê ya sala 2015an ve, YE li çareseriyekê digere ka çawa penaberan di nav welatên endam de dabeş bike

û çawaniya şandina kesên ku serlêdanên wan ên penaberiyê têne red kirin, vedigere.

“Peymana Koç û Penaberiyê” ya ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi vê armancê amade kiriye, ji ber helwestên cuda yên welatên endam nayê qebûlkirin.

Back to top button