Aram Hena: Van çeteyan piştevaniya leşkerî ji herêmên dagirkirî wergirt

Aram Hena; Berdevkê QSD’ê der barê vê êrişa dawî ya çeteyên DAIŞ’ê dibêje:
“Şaneyên DAIŞ’ê yên êrişî girtîgeha Xiwêran kirine, piştevaniya leşkerî ji herêmên dagirkirî wergirtin.” Aram Hena li dijî van êrişan soza parastina ewlehiya herêmê û şêniyan da.

Têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa berdevkê QSD’ê Aram Hena ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Berdevkê QSD’ê Aram Hena piştrast kir ku destekdayîneke herêmî ji van çeteyan re heye ji bo ewlehiya herêmê derbe bikin.

Hena diyar kir ku hemwextî van, êrişan dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê berdewam kirin û got:

“Ev hemû îsbat dikin ku dewleta Tirk a dagirker piştevanî û destekê dide terorê”

Û tekez kir divê civata navneteweyî gavên cidî ji bo rawestandina mîna van kirinan biavêje.”

Li ser çawaniya gihaştina çekan ji DAIŞ’ê re Aram Hena ev tişt got:

“Şaneyên DAIŞ’ê sûdê ji herêmên dagirkirî werdigirin û desteka leşkerî jî di nav de.

Lê bi rêya derbeyên me yên bihêz me heta niha rewş kontrol kiriye.

Em nahêlin ti alî bi ewlehiya herêmê bilîzin, têkoşîna hêzên me ya li dijî terorê berdewam e.”

Aram Hena: Em rê nadin ti kes bi çarenivîsa gelê me bilîze

Hena anî ziman “Hêzên me bi têkbirina planên DAIŞ’ê, peyameke zelal e ku nirx û berxwedana gel nîşan dide. Ji jiyana birûmet ji gelê me re em dixebitin û nahêlin tu kes bi çarenûsa gel bilîze.”

Berdevkê QSD’ê Aram Hena dawiya nirxandina xwe ev peyam da:

“Em peyameke hişyariyê ji gelê xwe re dişînin ku agahiyê li ser çi tevgerên bigûman bidin û piştevaniya hêzên me bikin.

Divê gelê me nekeve xefka gotegotên hin aliyan, ji ber em baş dizanin kî li pey wan in.

Back to top button