Ev du roj in li Bakurê Kurdistanê bênavber berf dibare.
Ji ber berfa zêde, li Colemerg, Erzerom, Agirî, Îdir, Qers û Dersimê rêyên derdora 600 gundan hatine girtin.
Li Colemergê berf bi qasî metreyekê rabû û rê li ser 25 gund û 56 mezreyan hatin girtin.
Li Geverê jî rê li ser 56 gund û 78 mezreyan û li Şemzînanê jî rêya 14 gund û 65 mezreyan hatin girtin.
Her wiha li Erzeromê jî ji ber berfa zêde rêya 760 taxan hat girtin.
Li Agirî mirov nikarin xwe bigînin 442 jîngehan, li Qersê 71 û li Îdirê jî rêya 29 gundan hatin.
Li Dersimê piştî navendê li navçeyan jî berfê zêde kir û gelek rê hatin girtin.
Li navçeyên Amedê Farqîn, Qulp, Licê, Hênê, Dîclê, Erganiyê ji ber barîna berfa zêdeû gelek rê hatine girtin.
Li navenda Sêrt û navçeyên wê jî ji derengiya şevê ve berf bênavber dibare û bandor li ser tevgera jiyanê dike.
Ji ber berfa zêde rê li ser gelek gundan hatine girtin û wesayit li rêyan asê mane.