Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku hikumeta Şamê li ser girtiyan û windahiyan bazaran dike û li bermaberî serbestberdana wan pereyan distîne.
Çavdêriyê dazanîn ku efser û rayedarên Hikumetê bi sed hezaran dolar ji girtiyan distînin û wan berdidin.
Çavdêriyê diyar kir ku girtî bi navbeynkariyê û dayîna pereyan serbest tên berdan.
Li gorî çavdêriyê di sala borî de li parêzgehên cuda yên Sûriyê 2 hezar û 692 kes serbest hatin berdan.
Ji wan ji sedî 75 ji girtiyan bi rêya dayîna pereyan hatin berdan.
Li gorî çavdêriyê, ji destpêka kirîza Sûriyê ve sala 2011`an, jê 125 zarok û 64 jin, 16 hezar û 236 kes di girtîgehên hikumetê di bin îşkenceyê de hatine kuştin.