HDP: Pirsgirêk tenê bi danûstandinan çareser dibe

Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derbarê aloziya navbera Îsraîl û Filistînê de gotin ku pirsgirêk tenê bi danûstandinan çareser dibe.

Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî şerê Îsraîl û Filistînê daxuyaniyek weşand.

Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar êrîş şermezar kirin û sersaxî ji xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane xwestin.

Hevserokên HDP’ê bang li aliyan kir ku êrîşên li dijî sivîlan tavilê rawestînin.

Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkên dîrokî û rojane yên navbera gel û baweriyên Rojhilata Navîn ne bi şer e, lê bi dîplomasî, diyalog û danûstandinan e.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, raya giştî û saziyan hat kirin ku ji bo rawestandina şer tavilê bikevin nava hewldanan.

Back to top button