Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana rirtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, ya li dijî tecrîdê, ji bo azadiya rêber Apo û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê 280 roj in dewam dike.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman mifteya aştiyê û yê ku bêhnê bîne ber Tirkiyê Rêber Apo ye. Kongra Star jî diyar kir ku divê jin ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo û ji bo bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Ji 14’ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.

Çalakiya girtiyan bi koma 50’î, di roja 280’an de ye.

Çalakiya xwedîderktinê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 259 û ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 242 roj li pey xwe hiştin.

Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş: Mifteya aştiyê Ocalan e

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bi taybetî bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan.

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku ev tecrîd tecrîdkirina aştiyê ye û û dixwazin dengê aştiyê bibirin.

Beştaş got:

“Yê ku bêhnê bîne ber Tirkiyê dengê Birêz Ocalan e.

Yê ku dikare aştiyê bîne vî welatî, mifteya aştiyê bi kar bîne, pêşî li me hemûyan veke Birêz Ocalan e.

Em dixwazin dengê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bê bihîstin.”

”Rêber Apo xwedî li mafê jinan derket, divê jin bo wî têkoşînê mezin bikin”

Li aliyekî din, endama Rêveberiya Kongra Star Rîma Îsa tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û îşaret bi girîngiya xurtkirina têkoşînê kir.

Rîma diyar kir ku rêber Apo xwedî li jinan derket û mafê wan misoger kir..

Lewra tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ramanên wî armanc digre.

Rîma Îsa destnîşan kir ku bi keda rêber Apo jinên li herêmê bûne xwedî statû û xwe birêxistin kirine û got,

Ji ber vê yekê jî divê jin li ber xwe bidin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.

Back to top button