HPG nasnameya fermandar Cesûr Azad eşkere kir

HPG’ê fermandar Cesûr Azad (Edîp Temîz) ê ku şehîd bûye bi bîr anî û got “Ew bû îspata mezin ku milîtaniya fedaî ya Apoyî ya ku azadî daye pêş xwe wê karibe çi bike û xwe bigihîne kîjan astê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya fermandar Cesûr Azad ku şehîd bûye eşkere kir.

HPG’ê da zanîn fermandar Cesûr di 1’ê Kanûna 2022’an de dema ji erka xwe vedigeriya di êrişa dijmin de şehîd bû.

Hevrê Cesur bi girêdana bi pîvanên partiyê û dîsîplîna leşkerî bû fermandarek pêşeng û mînak.

Hevrêyê me Cesur ku navê xwe wêrek bû, bi salan bêyî navber têkoşiyaye û ked da.

Tevahiya jiyana xwe ji bo layiqî Rêbertiya xwe, gelê xwe û hevrêyên xwe yên şehîd bibe derbas kir.

Hevrêyê me Cesur hevrêyekî xazî bû, destek wî nebû lê ti carî vê yekê li hemberî xwe weke astengî nedît û bi yek destî çi dikare bê kirin nîşanî hevrê, dost û dijminan da.

Di serî de ji malbata Şehîd Fermandar Cesûr, HPG ji gelê welatparêz ê Mêrdînê û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Cesûr Azad
Nav û paşnav: Edîp Temîz
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê: Tamîle
Navê Bav: Mahmût
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Kanûna 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da

Back to top button