HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîş kir.
Her wiha 248 caran jî qadên berxwedanê bi çekên giran bomberan kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

4’ê Tîrmehê gerîlayan bi çekên giran li pergala radarê ya dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê xistin û îmhakirin.

Hem rojê li Herêma Xakurkê jî hêzên gerîla dagirkerên li Girê Şehîd Şahan bi çekên giran armanc girtin.

HPG: Dagirkeran 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîş kirin

Bi domdarî HPG’ê têkildarî êrişên arteşa Tirk a qirker jî agahî dan û wiha got: Dagirkeran 5’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êriş li ser çeperên me pêk anîn.

4 û 5’ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê 8 caran, Girê Hakkarî yên Metînayê 6 caran,

Qadên Garê 2 caran, li Qadên Xakurkê jî 2 caran bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Arteşa Tirk a dagirker li Zapê bi bombeya qedexekirî êrişî çeperên gerîlayan kir

Back to top button