Îranê li dijî Hewlêrê êrişek pêk anî-4 kesan jiyana xwe ji dest da

Duh bi şev Supayê Pasdarên Îranê li dijî Hewlêrê êrişek berfireh pêkanîn.
Di encama êrişan de, hat ragihandin ku karsaz Pêşrew Dîzeyî ku xizmê sifayî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Lê ya balkêş ew e ku li şûna Mesrûr Barzanî yekser vegere Hewlêrê, ji Swîsreyê temaşe dike.

Doh êvarî Supayê Pasdarên Îranê bi mûşekên balîstîk û dironan êrişî balafirxaneya Navnetewî û navçeyên Pîrzîn û Bineslawa yên Hewlêrê kir.

Li gorî agahiyan destpêkê, di encama êrîşê de karsazê bi navê Pêşrew Dîzeyî û keça wî Jiyan Dîzeyî û mêvanê wî karsazê Xiristiyan Mixaîl jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ji ber êrîşê, gelek zirarên madî çêbûne û xelk di nava rewşeke tirs de ne.

Piştî êrişê Supayê Pasdarên Îranê berpirsyartiya êrişê girt ser xwe.

Hewlêr dibin êrişê de ma, Barzanî jî berê xwe daye Swîsreyê!

Gelek rayedarên Başûrê Kurdistanê, Iraq û derve jî daxuyanî dan û êrişê şermezar kirin.

Duh serokê hikumeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo tevlî 54. Forûma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê bibe, berê xwe da Swîsreyê.

Mesrûr Barzanî, bê ku yekser berê xwe bide Hewlêrê, ji Swîsreyê temaşeyî êrişê kir û ji dûr ve şermeza kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, li şûna ku bi xwe peyamek tund nîşan bide, carek din bang li Hikumeta Federal ya Iraqê kir ku dijî êrişê xwedî helwest be.

Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Di rojên pêş de em ê li gel civaka navdewletî di nav peywendiyan de bin daku dawî li êrişên hovane yên li ser xelkê bêguneh ên Kurdistanê bîne.”

“Ji ber bêhelwestiya Barzanî Başûr û Rojvayê Kurdistanê bûye navenda şer a welatên cîran”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de behsa êrişên li ser xelkê başûrê Kurdistanê kir, lê ji bîr kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane xelkê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike armanc.

Ji ber bê helwestiya malbata Barzanî û partiyên girêdayî wî, îro Başûrê û Rojavayê Kurdistanê dibe navenda şer a welatên cîran.

Mesrûr Barzanî jî ji bo pereyên malbata xwe zêdetir bike, berê xwe daye Davosê!

Back to top button