Talîban Mihemed Hesen axwend wekî serokwezîrê nû yê Efxanistanê ragihand

Tevgera Talîban îro Mela Mihemed Hesen Axwnd wekî serokwezîrê nû yê Afganistanê ragihand. Li aliyekî din jî xwepêşandêr dijî Talîbanê berdewam dikin.

Berdevkê Talîbanê Zebîh Elah Mûcahid di kongereke çapemeniyê de eşkere kir ku Mele Ebid Elxenî Birader weke Cîgirê Serokê Wezaretê hate erikdar kirin.

Zebîh Elah got ku Mihemed Hesen Axwnd ew yek ji damezrînerê Tevgera Tanîlban bû.

Zebîh Elah Mûcahid diyar kir ku Seracdîn Heqanî kurê Tevgera Heqanî yê di lîsteya terorê ya Emerîkayê de ye wê bibe Wezîrê Hundirîn.

Talîbanê êrişî xwepêşandêrên li paytext Kabulê kir

Her wiha li Li paytexta Efxanistan Kabulê careke din xwepêşandêr li qadan bûn.

Li gorî nûçeya tora BBC, bi hezaran kesên di xwepêşandanan de dijî desthilatdariya Talîbanê daxwaza mafên jinan dikin.

Di dîmenên ji cihê xwepêşandanê hatin kişandin de, hat dîtin ku çekdarên Talîbanê bi çekên xwe gule li hewa reşandin.

Hat diyarkirin ku destûr nayê dayîn ku rojnamevan çalakiyê bişopênin.

Her wiha kameremanek yê ajansa nûçeyan a Tolo ya Efxanistanê hat binçavkirin.

Back to top button