Iraq: Êrişên Tirkiyê li ser aramiya Iraqê metirsiyek cidî ye

Rêveberiya Bexda li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Iraqê bêdeng e.
Lê ev bêdengî ji aliyê beşek parlamenterên Iraqê ve rastî bertekan tê.
Parlamenterên Iraqê gotin; “Tirkiye bi ti awayî rêz li serweriya Iraqê nagre, êrişên dewleta Tirk li ser ewlekarî û aramiya Iraqê metirsiyek cidî ye.
Parlamenteran îşaret bi hevkariya partiyên siyasî yên li Hewlêrê bi rejîma qirkir a dewleta Tirkiyê re kir.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê bê navber li nava civaka Iraqê rastî bertekan tê.

Dewleta dagirker a Tirk ku helwesteke berbiçav ya hikumetê nabîne, li gorî daxwazên xwe tevger dike.

Parlamenterên Iraqê derbarê mijarê de, ji ajansa Rojnews ê re axivîn.

Parlamenter Mihemed Seyhud diyarkir ku Tirkiye yasayên navnetewî binpê dike û rêz li prensîbên cîrantiyê nagre.

Seyhud da zanîn ku êrişên Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê bûne sedema kuştina xelkê sivîl û têkçûna rûberek mezin yê çandiniyê.

Iraq: Partiyên siyasî yên li Hewlêrê piştevaniya êrişên Tirkiyê dikin

Seyhud got; “Partiyên siyasî ên Kurd ên li Hewlêrê piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin.

Pêwîste Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoyê, herwiha Wezareta Karê Derve û hêzên siyasî tedbîrên pêwîst li hemberî Tirkiyeyê bigrin.

Parlamaneterê Iraqî anî ziman ku divê şandek ji bo guftugokirina êrişên li ser serweriya xaka Iraqê serdana Enqereyê bikin, yan jî li Konseya Ewopayê giliyê Tirkiyê bikin.

“Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê nagire”

Parlamenterê Iraqê Welîd Sehalnî jî diyarkir ku êrişên artêşa dewleta Tirkiyê li ser ewekariya nîştimanî û aramiya Iraqê metirsiyek cidî çêdike.

Welîd got;

Bi taybet Tirkiye rêz li prensîbên serwerî û mafên cîrantiyê nagre.

Tirkiye zêdetirî xwe welatiyên Kurd dike hedef.

Em bang li hêzên dagirker ên Tirkiyê dikîn ku rêz li serweriya xaka Iraq û yasayên navnetewî ên mafên mirovan bigrin.

Back to top button