Mezlûm Ebdî: Şehîdên 12’ê Adarê tovên şoreşa 19’ê Tîrmehê çandin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî, bi boneya salvegera 19’emîn a serhildana 12’ê Adarê got:Şehîdên serhildana 12’ê Adarê tovên Şoreşa 19’ê Tîrmehê çandin.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya li ser hesabê Twitterê de wiha got:

Şehîdên serhildana 12’ê Adarê tovên Şoreşa 19’ê Tîrmehê çandin.

12’ê Adarê rûmet û serbilindiya li hember stemkariya Baas û hemû dagikerên Kurdistanê ye.

Çiya Kurd: Kurd û gelên herêmê li dijî rejîmên desthilat li ber xwe didin

Bi heman boneyê, hevserokê daîreya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî, li ser hesabê xwe yê Twitterê, ev peyam da:

”19 sal li ser Serhildana Qamişloyê ku bû bingeha şoreşê û damezirandina Rêveberîya Xweser re, derbas bû.

Heta niha kurd û gelên herêmê li dijî heman hişmendîya dûrxistinê û zordar a rejîmên desthildar li ber xwe didin.

Em şehîdan bibîr tînin û hevgirtina gelên herêmê silav dikin.”

Îlham Ehmed: Hevgirtina gelan valaderxistina lîstokan e

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed jî peyamek li ser Twittera xwe parve kir û got:

Ji Qamişlo heta Şamê gelê Kurd helwesta xwe nîşan da û şovînzma Erebî ya rêjîma Sûriyê vala derxist.

Hevgirtina gelan valaderxistna lîstokan e.

Serhildana 12’ê Adarê bû çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê

Back to top button