Çeteyên El-Hemzat 80 darên zeytûnê li gundê Korka birîn

Li navçeya Cindirêsê dimenên qutkirina darên mayî li ser medya civakî rastî bertekan hat.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyên El Hemzat 80 darên zeytûnê li gundê Korka yê Cindirêsê birîn.

Ev dar jî milkên welatiyê bi navê Mihemed Titir in.

Dimenê li ser medya civakî hatî parvekirin, wêraniya xwezaya Efrînê jî nîşan dide.

Ji roja êrişa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê û heta niha, polîtîkayên tinekirina xwazê têne meşandin.

Back to top button