Dagirkeriya Tirk gundê Elqemiyê û Merenaz ên Şera topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa bi çekên giran êrişî gundên Efrîn, Minbic û Şehbayê û Eyn Îsayê kirin.

Artêşa Tirk gundê Dibis yê Eyn Îsayê bombebaran kir.

Di encamê de gelek ziranrên madî gihaştin mal û milkên sivîlan.

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Elqemiyê û Merenaz ên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Dagirkeran gundên Minbic û Şehbayê dan ber topan

Her wiha dagirkeran gundên Eyn Deqnê yê Şehbayê, gundê Bênê yê Şêrawaya Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Di topbaranê de endamekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Hem wextî êrişa li ser Şehba û Şêrawa dagirkeran gûndê Seyadê, Hoşeriyê û Toxarê yên Minbicê jî bi hawanan topbaran kirin.

Back to top button