HPG’ê: Li Avaşîn û Zapê 8 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Rojên 8 û 9’ê Gulanê, li herêmên Zap û Avaşînê gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin. Li gorî agahiyên hatine parvekirin, di çalakiyan de 8 leşker hatin kuştin. Her wiha gelek alavên leşkerî jî hatin teqandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên 8 û 9’ê Gulanê yên li dijî hêzên artêşa Tirk, parve kirin.

Navendê diyar kir ku li hemberî berxwedana gerîllayên Kurdistanê, artêşa Tirk van herdû rojan 41 êrişên balafirên şer û bi dehan topbaran pêk anîne û got;

Ji van êrişan ti encam nehatin bidestxistin.

Têkildarî encama çalakiyên gerîlla jî ev agahî hatin parvekirin:

“Li herêma Avaşînê, 9’ê Gulanê li Qada Werxelê, hêzên artêşa Tirk hewl dan 2 caran êrişî çeperên şer bikin.

Lê ji ber bersivdayîna gerîlla, hêzên dagirker neçar man paşde biçin. Ev hewldan bê encam ma.

Heman rojê artêşa dagirker xwest bi teqemeniya êrişî çeperên şer bike.

Vê carê jî gerîlla bi çekên giran bersiv dan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Dîsa roja 9’ê Gulanê, hêzên Tirk li Werxelê xwestin li derdora çeperên gerîlla bicih bibin.

Di encama destwerdana gerîlla de ev hewldana wan hat şikandin.

Her wiha pergalên wan ên kamerayên şopandinê ji aliyê gerîllayên jin ve hatin rûxandin.

Ji ber vê têkçûnê, artêşa Tirk li Qada Werxelê gazên kîmyewî bikar anîn.

Li herêma Zapê jî 9’ê Gulanê artêşa Tirk bi gazên kîmyewî çeperên li qadên Şehîd Berxwedan û Şehîd Şahîn bombebaran kirin.

Piştî vê êrişê, hêzên Tirk xwestin pêşde werin.

Lê di encama bersivdayîna gerîlla de, neçar man paşde biçin.

Li vir jî pergaleke kamereyên şopandinê hate rûxandin.

8 û 9’ê Gulanê li Qadên Kurojaro û Şehîd Cûdî, di encama çalakiyên sekvaniyê de, 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Dîsa 9’ê Gulanê li qada Kurojaro, gerîlla bi çekên giran li çeperên hêzên dagirker dan.

Di vê çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin.

Heman rojê berê êvarê, Hêzên Ezmanî yên Şehîd Delal, li Qada Kurojaro, çeperên hêzên dagirker bombebaran kirin.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Back to top button