Rêveberiya Xweser a Tebqayê bi şahiyekê salvegera rizgarikina Tebqayê pîroz kir

Îro salvgera 5. a rizgarkirina bajarê Tebqa û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ’ê ye.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Tebqayê bi vê boneyê şahiyek li dar xist.

Şahî li Baxçeyê Bendava Firatê bi beşdarbûna fermandarên QSD’ê, rûspî û şêxeşîrên herêmê, û endamên saziyan hate lidarxisitn.

Li ser navê Meclisa Rêveber a Tebqayê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kombûna Jinên Zenûbya û Meclisa Tebqa ya Leşkerî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin li berxwedana şervanên QSD’ê û hevgirtina gelan di têkbirina DAIŞ’ê de, her wiha soza parastina destektiyên bi saya şehîdan hate dayîn.

Di dawiyê de, bi boneta rojê saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Tebqayê hatin xelatkirin.

Back to top button