Li Qamişlo şervanê QSD’ê Ebas Mehmo hate oxirkirin

Li bajarê Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê merasîmên şehidan hebûn.
Di merasîman de soza domandina rêya şehidan hate dayîn.

Şervanê Hêzên Komandos ê QSD`ê şehîd Ebas Mehmo 15`ê Kanûna 2023’an li Dêrazorê şehîd bûbû.

Îro jî şêniyên Qamişloyê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Ebas li goristana şehidan kom bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Kêfo Osman dest nişan kir ku madem gelê me xwedî îradeyeke xurt e, tu carî binketin para me nabe.

Dawiyê de wesîqeya şehehid şehîd Ebas Mehmo hate xwendin. bila dimen biherike.

Li Hesekê ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin

Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê jî ji bo oxirkirin û bîranîna şehidan li goristana şehid Dijwar kom bûn.

Şervanên QSD’ê Qendîl Şedadê 15′ê Kanûnê li bajarê Hesekê şehîd bibû.

Di merasîmê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xelîl Hemîd hat bibîranîn.

Şehîd Xelîl 14′ê Mijdara 2023’an li Hesekê şehîd bûbû.

Di merasîmê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Ziyad Hesekê jî axivî û soza tolhildan şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftina, weslîqeya her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. DIMEN BIHERIKE

Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şehid Egîd Serê Kaniyê oxir kirin

Li bajarê Dirbêsiyê jî merasîmê şervanê QSD’ê şehîd Egîd Serê Kaniyê hebû.

Egîd Serêkaniyê 12 Kanûna 2023’an li navçeya Zirganê şehid bû.

Di merasîmê de, soza berxwedana li hember tevahî êrişên li dijî herêmê û berdewamkirina têkoşîna şehîdan dan.

Şêneyên Minbicê cenazeyê endamê Asayîşê Ferec Nasir oxirkirin

Ji bo oxkirina endamê Asayîşê Ferec Nasir ku 17’ê Kanûna 2023’an xelkê bajar li goristana şehîdan kom bûn.

Di merasîman de peyama dilsozî ya bi şehîdan re hate dayîn û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Back to top button