Li Iraqê hilbijartina encûmenên parezgehan bi dawî bû

Hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê hate lidarxistin
Di dema dengdayîna li Şengalê de komên girêdayî PDK’ê hewl dan dengûn welatiyan di berdêla pereyan de bikire.
Komisyona hilbijartina ya Iraqê ragihand ku encam wê di nava 24 saetan de werin eşkere kirin.

Li seranserê Iraqê îro welatî ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê berê xwe dan ser sindoqan.

Hilbijartin di saet 07:00’an de destpê kir û li 15 parêzgehan pêk hat.

Ji bo vê jî bi giştî li 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoq hatin danîn.

Bi giştî 38 hevpeyman û 28 partî tevlî hilbijartinan bûn.

Alîgirên PDK’ê li pey kirîna dengan bûn

Di dema dengdayîna li Şengalê de skandaleke ji aliyê PDK’ê ve di mijara hîlebaziyê de eşkere bû.

Çavkaniyên herêmî yên li bajarokê Xanasorê komek aligirên PDK’ê ku hewl didan ji gel dengê wan bikire eşekre kir.

Şahîdan diyar kirin ku li nêzî cihê sindoqan alîgirên PDK’ê hewil didan dengan bikirin.

Piştî vê, hêzên ewlekariyê mudaxale kirin û alîgirên PDK’ê ji qada hilbijartinê dûr xistin.

Girîngiya vê hilbijartinê a ji bo Kurdan: Nasnameya rasteqîn a Kerkûkê

Girîngiya vê hilbijartinê a ji bo Kurdan vê carê cûda bû.

Ew jî diyarkirina nasnameya rasteqîn a Kerkûkê.

Lewra di nava rojê de ji bo çûyîna li ser sindoqan ji aliyê hêz û kesayetên siyasî ve bang hatin kirin.

Li gorî Komîsyona Hilbijartinê ya Kerkûkê, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê li Kerkûkê heta danê nîvro ji sedî 36 bû.

Serokê lîsteya YNK’ê: Li Kerkûkê dijî Kurdan komployek di meriyetê deye

Serokê lîsteya YNK’ê ya li Kerkûkê Rêbwar Teha jî bi daxuyaniyek çapemeniyê bal kişande li ser lîstokên di hilbijartinan de tên kirin.

Rêbwar Teha diyar kir li beramberî dengdêrên Kurd li Kerkûkê komployek heye û got:

“Ez bang li welatiyan dikim, ji bo ev komplo were pûçkirin, ber bi navendên dengdanê ve biçin”

Di nava 24 saetan de wê encam werin ragihandin

Li gorî Komisyona hilbijartina ya Iraqê di nava 24 saetan de wê encam werin ragihandin.

Back to top button