Ji bo Rêber Apo şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi meşeke girseyî derketin qadan.
Şêniyan siyaseta dewleta Tirk a dagirker ya li dijî girtiyên li Îmraliyê şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo kirin.
Xelkê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.
Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Minbicê bi meşekê tecerîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin.
Gelek jin, ciwan, rûspiyên eşîran û endamên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.
Meş ji çerxerya El Mîzan destpêkir û li nava bajêr veguherî mêtingê.
Li wir gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:
“Em îro nameyekê dişînin ji cîhanê re tevî, em dixwazin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were.
Em bang li saziyên hiqûqî û mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe li hember tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bikin.
Dawiyê de soza mezinkirina û domandina têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, hate dayîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Til Hemîsê di roja 2.de bi dawî bû