Şêniyan dest bi danîna şitlên sebzeyan kir

Cotkar di meha Sibatê de sebzeyan di baxçeyên sergirtî de diçînin..
Da ku ji barana xurt û seqemê werin parastin, piştî geş dibin.
Wan ji baxçeyên sergirtî vediguhêzin erdên taybet ên çandiniyê.
Îcar niha Cotkar û şêniyan dest bi danîna şitilên sebzeyan kir.

Çandina sebzeyên havînê jêdera sereke ya gelek malbatên li gundan e.

Sebzeyên ku li herêmê têne çandin bi erzanî tên firotin.

Ji bo vê cotkar vê daxwaz dikin:

Ku sûkên taybet ên sebzeyan werin vekirin.

Ji ber ku bi erzanî tên firotin û da ku rê li ber keysbaziya bazirganan were girtin.

Li herêmên li qiraxa çemê Firatê,

Kantona Qamişlo û navçeya Qenaya ya Kobanê sebze di rûberên fireh de tên çandin..

Ji ber ku ev dever bi axa xwe ya baş û hebûna avê tên naskirin.

Cotkarê bi navê Muhened Ezîz ê ji Qenayayê dibêje:

“Em di van rojan de şitilên bacanên sor û yên reş û îsotan diçînin.”

Ezîz xwest destek ji bo çandiniyê were dayîn.

Back to top button