”Ev proja “Gula Buharê” ji bo guhertina hişmendî û rêgirtina li ber krîza aborî ye”

Bi armanca pêşîgirtina krîza aborî jinan projeya “Gula Buharê” pêşxistin.
Endama Komîteya Jin a Yekitiya Koperatîfan li bajarê Hesekê Cîhan Ferho da zanîn ev proje li ser daxwazên jinan hatiye pêşxistinye’.

Di civakê de pêşxistina xebatên koperatîfan pir girîng e, ji ber rihekî hevbeş dûrî berjewendiyên kesayetî dide avakirin.

Li hemberî krîza Aborî ya gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tê de derbas dibe, xebatên pêşxistina koperatîfan bersiva herî guncav e.

Komîteya Jin a Yekitiya Kooperatîfan li bajarê Hesekê Projeya “Gula Buharê” ya çandina sebzeyên havînê li gundê Qebir Amir ê girêdayî Bajarê Hesekê pêş xistiye.

Têkildarî mijarê Endama Komîteya Jin a Yekitiya Koperatîfan li bajarê Hesekê Cîhan Ferho axivî.

Cîhan diyar kir ku di vê projeyê de 25 jin kar dikin.

”Guherîna zîhniyeta mêrê serdest bi pêşxistina aboriya jinan re ye”

Cîhan Ferho bal kişand ser rengên desthilatdariya mêrê serdest li dijî keda jinan û got:

Jina bi navê Wedha Mehmûd Xelef yek ji xebtkara projeya “Gula Buharê” jî der barê beşdarbûna xwe ji vê projeyê re ev tişt anî ziman:

Îro em bi rehetî û hezkirin kar û xebatê xwe dikin tu kes jî nikare keda me bixwe.

Em ê bi keda destên xwe projeya Gula Buharê bi ser bixin.

Back to top button