Çala li Meksîka 29’ê Gulanê derketî mezin dibe!

Li eyaleta Pûebla ya Meksîkayê çala ku vebûyî, roj bi roj mezin dibe!

29’ê Gulanê li bajarê Santa Marîa Zacatepec ê Meksîkayê çaleke mezin çêbû û roj bi roj mezin dibe.

Çal bi 80 metreyî fireh e, bi 18 metreyan jî kûr e.

Çala ku bi ava li binê erdê tijî ye, heta niha nebûye sedema mirina kesî.

Eger bêhtir mezin bibe, hingî wê ji bo maleke li derdorê bibe gef, lewma kesên li wê malê ji herêmê hatin dûrxistin.

Rayedaran diyar kirin ku ev herêma çandiniyê ji ber ku li ser çavkaniyên avê hatiye avakirin, bûyereke bi vî rengî qewimiye.

Back to top button