Li Awistralya jimara qurbaniyên lehiyê gihişt 20 kesî

Li Awistralya barana zêde rojhilatê welat di bin avê de hiştiye. Bi derbasbûna rojê re, jimara qurbaniyên ji ber lehiyê giran dibe. Rêveberiya welat ragihand ku heta niha 20 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.

Servîsên meteoroliyê hişyariya wê yekê da ku di nava 48 saetan de dibe baran hîn bibare û lehî rabe.

Li gorî rayedaran heta niha 20 kesî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku ji Sîdneyê derdora 60 hezar kes hatine veguhastin.

Li bajêr pir, mal, wesayit di nava avê de man, banê supermarketekê hilweşiya.

Bendava Manly ya li bakurê bajêr ji Sêşemê ve difûre.

Hate xwestin ku derdora 2 hezar kesên li dora bendavê ji herêmê bêne veguhastin.

Li eyaleta Gal a Başûr ba û baran du hefte ne dewam dike.

Li qadeke ji 20 hezar kîlometreyî alarma lehiyê hate dayin.

Back to top button