Ji 11 welatan peyama şermezarkirina bo Koreya Kakur hate dayîn

Ji despêka salê ve Koreya Bakûr, 9 moşekên xwe ceriband. Bi vê yekê re diyar kir ku wan lez daye xebatên xwe yên moşekan. Li dijî vê yekê tevî DYA û Japonya 11 welatan ev helwesta Koreya Bakur şermezar kirin.

Endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) duh civîneke girtî li dar xistin.

Piştî civînê, daxuyaniyeke hevpar li ser navê 11 welatên ku DYA, Brîtanya, Fransa, Japonya di nava wan de heyî hate dayîn.

Di daxuyaniya hevpar de ceribandinên moşekên balîstîk ên Pyongyangê hatin şermezarkirin.

Welatan ji konseyê xwestin ku bi tundî bersivê bide kiryarên Koreya Bakur.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Koreya Bakur li cihê dîplomasî û kêmkirina aloziyê bi binpêkirina biryarnameyên konseyê û hiqûqa navneteweyî lez da ceribandinên moşekên balîstîk.

Her wiha bang li 15 endamên konseyê hat kirin ku bi yekdengî van kiryarên xeternak û derqanûnî şermezar bikin.

Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo bersivê bide, Koreya Bakur ji despêka salê ve 5 caran bi rewşeke awerte civiya.

Ji ber vetoyên Çîn û Rûsya ji civînan encamên dihate xwestin bidest neketin.

Back to top button