Kongreya Berlînê li ser asteke navdewletî, bi beşdariya gelek welatan bi rê ve diçe

Li paytexta Alamanya, Berlînê, kongreya derbarê çareserkirina aloziya li Lîbayayê dest pê kir.

Beriya kongreyê, tevgera dîplomasî di nava aliyên beşdar de balkêş bû.

Wan aliyan banga rawestandina destwerdanên derve di karên Lîbyayê de kirin.

Hemwextî Kongreya Berlînê, Hikûmeta Wîfaq ya Lîbyayê, hêzên Hefter bi binpêkirina agirbestê tewambar kir û teqandina takeke wan jî ragihand.

Di nava hewldanên çareseriya aloziya Lîbyayê de, xebatên Kongreya “Aştî li Lîbyayê” îro li paytexta Almanya Berlînê dest pê dike.

Ev xebat îro li ser asteke navdewletî payebilind bi beşdariya gelek welatan bi rê ve diçe.

Şêwirmenda Alman Angela Merkel berî çend rojan teqez kiribû ku armanca vê kongreyê ew e ku hemû alî pabendî qedexekirina derbaskirina çekan bibin û rê li ber çareyeke siyasî vekin.

Berî lidarxistina Kongreyê, tevgera diplomasî di navbera kesên beşdar de pêk hatin.

KONGREYA BERLÎNÊ
ANGELA MERKEL BI XELÎFE HEFTER Û FAYÎZ EL-SERAC RE HEVDÎTIN PÊK ANÎN

Beriya destpêkirina Kongreyê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Derve Heiko Maas, civînên cuda bi serkêşê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter û serokê Hikûmeta Wîfaqê El-Serac re pêk anîn.

Derbarê van hevdîtinan de daxuyanî nehatin dayîn.

KONGREYA BERLÎNÊ
PUTIN: ALIYÊN LÎBÎ DI DANÛSTANÊN LI MOSKOVAYÊ DE NEGIHIŞTIN ENCAMÊN PÊWÎST

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî, îro di destpêka gihiştina wî li Berlînê, bi serokomarê Tirkiyê Erdogan re hevîtineke pêk anî.

Putin diyar kir ku aliyên Lîbî di danûstanên li Moskovayê de negihiştin encamên pêwîst, ji bo wê jî divê danûstandinên aliyan dewam bikin.

KONGREYA BERLÎNÊ
POMPEO BANGA BIDAWÎANÎNA DESTWERDANÊN DERVE JI BO LÎBYAYÊ KIR

Weîzrê Deve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Ebdullah Zayîd Al Neheyan, li Berlînê, hevdîtinek pêk anî.

Pompeo li ser pêwîstiya agirbesta li Lîbyayê teqez kir û banga bidawîanîna destwerdanên derve ji bo Lîbyayê kir.

Her wiha Pompeo, li Berlînê, bi serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re hevdîtinek pêk anî.

El-Sîsî teqez kir ku ji bo aloziya Lîbyayê divê çareseriyeke giştî pêk were.

ALOZIYA LI LBÎYAYÊ
HIKÛMETA WÎFAQÊ, ARÊTŞA NIŞTIMANÎ TAWANBAR KIR KU AGIRBESTÊ DIŞKÎNE

Di hemwexta pêkanîna Kongreya Berlînê, Hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê, Arêtşa Niştimanî tawanbar kir ku biyara agirbestê dişkîne û ragihand ku ew bi topavêjan bersiv dane.

Hikûmeta Wîfaqê ragihand ku wan îro tankeke Arêtşa Niştimanî teqandin.

Saziya Niştimanî ya Petrolê li Lîbyayê her wiha ragihand ku hêzên Xelîfe Hefter xeta Hemade-Zawiya ya veguheztina petrolê, girtin. Ji ber vê yekê ew neçar man hilberîna li navendên Şerara û Fîl, kêm bikin.

BERDEVÊ ARÊTŞA NIŞTIMANÎ YA LÎBYAYÊ, EHMED EL-MISMARÎ:
EM DIXWAZIN KU DERWÊN TIRKIYÊ LI PÊŞIYA HEMÛ DINAYAYÊ XWIYA BIKIN

Hêjayî gotinê ye ku Berdevê Arêtşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî li ser gotina Erdogan ya “Riya çareseriya Lîbyayê di Tirkiyê re derbas de be”, wiha gotibû:

“Çareseriya li Lîbyayê tenê bi dawîanîna hebûna Tirkiyê û ajanên wê yê li welêt e.”

Li ser lidarxistina Kongreya Berlînê jî, El-Mismarî got:

“Em dixwazin ku di Kongreya Berlînê de derwên Tirkiyê ku pê raya giştî dixapîne, li pêşiya hemû dinayayê xwiya bikin.”

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close