Sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker yên li hemberî gerîlayên Kurdistanê dewam dikin.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
10’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, geîlayan bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.
Li ser êrîş û sûcên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê agahî dan û got:
11’ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemçoyê, 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexe
6 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.