Xebatên vegerandina elektrîkê li gundên Til Temir didome

Tevî êrişên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê, Navenda elektrîk ya navçeya Til Temirê, xebatên xwe ji bo vegerandina elektrîk li gundên Til Temirê didomîne.

Di encama topbarana dewleta Tirk de zirarên mezin gihaştine torên kehrebeyê yên li gundên Til Temir.

Ji bo vegerrandina elektirîkê, Navenda elektrîkê xebatên xwe li ser 3 qonaxên sereke dabeş kiribûn,

a yekem û duyem di sala 2022’an de, bi danîna xetên nû ya kehrebeyê bi dirêjahiya 8 km ku kehrebeyê didin 20 gundên bakurê Til Temirê dest pê kir.

Qonaxa sêyem jî, dê tora kehrebeyê ji bo 11 gundên bakur rojhilatê navçeyê bê danîn.

Derbarê mijarê, hevserokê Navenda Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê Fehid Semîle got:

“Me dest bi qonaxa sêyem kir da ku kehrebeyê bidin gundên di navbera navçeyên Zirgan û Til Temirê de.

Semîle diyar ku xeta ku tê sererastkirin, kehrebeyê ji navenda gundê El Îd dibe ku ew jî kehrebê ji bendava rojhilatê Hesekê dibe.

Tê payîn ku kar di nava 10 rojan de bi dawî bibe, bi vî awayî navend dê kehrebe bide 33 gundên ku di encama êrişên dewleta Tirk de bê kehrebe mabûn.

Back to top button