Luqman Werdî: Berpirsên hikûmetê êrişên dijmin rewa dikin

Cîgirê Serokê Fraksiyona YNK’ê yê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin û ji bo bidawîbûna êrişan banga yekîtiyê kirin.

Têkildarî mijarê Cîgirê Serokê Fraksiyona YNK’ê yê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî jî ji medya YNK’ê re axivî.

Luqman diyar kir ku Serokê hikûmetê û berpirsên din ên PDK’ê bi armancên hizbî û siyasî, balefirgeha Silêmaniyê tometbar dikin ku bi şêweyekî ne berpirsane hincetan ji dijmin re ava dikin û ev yek got:

“Me di got ku Serokê hikûmetê xwe wek Serokê hikûmetê yê hemû Başûrê Kurdistanê dibîne û diviyabû li beramberî vê êriş û dijminahiyê helwestek cidî nîşan daba.

Mixabin li şûna ku hikûmet ji bo destpêkirina geştên Balefirgeha Silêmaniyê hewl bide berevajiyê wê tometên ne rewa raberî Balefirgeha Silêmaniyê dike.”

Back to top button