20 girtiyên di girtîgeha Xiwêran de hatin berdan.
Bi boneya nêzîkbûna Cejna Remezanê Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 girtiyên di girtîgeha Xiwêran de berdan.
Li gorî biryarê dê hejmareke girtiyên di girtîgeha Elaya ya Qamişlo de jî werin berdan.
Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya nêzîkûbûna Cejna Remezanê 20 girtiyên di girtîgeha Xiwêran a li navenda Hesekê berdan.
Ev girtî li gorî madeya126’an, mehkûmê/a ku ji çaran, sêyeke dema cezayê derbas kiribe tê berdan.
Her wiha bi belgeyekê ji aliyê rêveberiya girtîgeha navendî ve ku îsbat dibe di dema cezayê de rast bûye, tê berdan.
Bi vê armancê Rêveberiya Xweser ji malbatên girtiyan re civînek lidar xist.
Rêvberiya Xweser di civînê de diyar kir ku girtiyên hatin berdan piştî ku dîtin rêbaz û reftarên wan hatine guhertin ew berdan e.
Rêveberiyê da zanîn ku her wiha armnaca wan a ji berdan van girtiyan da ku vegerin nava civakê û bibin kesên aktîv ji bo xwe, malbata xwe û zarokên herêma xwe jî.
Hin ji girtiyên hatine berdan jî wiha kêfxweşiya xwe tînin ziman:
Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku ev afû derxist.
Em tenê nêzî nîvê hukmê xwe di girtîgehê de man, em ê niha berê xwe bidin gel malbatên xwe.
Em careke din spasiya her kesê ku di biryara berdana me de meşiya dikin. Em gelekî kêfxweş in.
Dilê me û yên malbatên me gelekî şad kirin.
Li gel me cejn, bû du cejn.
Em spasiya Rêverberiya Xweser li ser vê yekê dikin.
Cejna we pîroz be û em bi hêvî ne ku biryareke din ya afûyê derkeve û hevalên me yên din jî werin berdan.
Malbatên girtiyan jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û derbarê berdana zarokên wan sipasiya rêveberiya xweser kirin.
Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku biryara berdana zarokên me di van rojên pîroz de, da.
Niha cejn li gel me bû du cejn, em pir kêfxweş in.
Li gorî heman biryarê tê payîn dê hin girtiyên li girtîgeha Elaya ya Qamişlo jî werin berdan.
https://youtu.be/mSL9Pq36JXw



