Balîsan-bi boneya salvegera 36. a kîmyabaranê xizmên qurbaniyan daxuyanî da

Xizmên qurbaniyên çekên kîmyawî yên Xoşnawetî û Helebceyê bi daxuyaniyek çapemeniyê gotin;
“Di salvegera kîmyabaranê de em bendê bûn ku Hikumeta Başûr û Wezareta Şehîdan pirsgirêkên qurbaniyan çareser bikin, lê mixabin aliyên peywendîdar alîkariya mehane birî.”
Nûnerê Komeleya Qurbaniyên Helebceyê Loqman Helebceyî jî anî ziman Hikumeta Başûr qurbaniyên çekên kîmyawî rezîl kiriye.

Xizmên şehîdan û qurbaniyên çekên kîmyawî ên Balîsan, bi boneya salvegera 36’emîn a kîmyabaranê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de hat gotin;

“Di nava salên dawî de hinek kes xwe nişan didin, dewlemend dikin û xizmên şehîdan jî jibîr dikin.

Gelek soz hatin dayîn, lê heya niha tiştek nehatiye kirin.

Em li bendê bûn ku hikumeta Herêmê û Wezareta Şehîdan, qurbaniyên çekên kîmyawî li derveyî welat tedawî bikin.

Mixabin aliyên peywendîdar alîkariya ji bo wan birî.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar hat kirin ku mafê qurbaniyan were dayîn.

Derbarê mijarê de Nûnerê Komeleya Qurbaniyên Helebceyê Loqman Helebceyî jî axivî û got;

“Hikumetê qurbaniyên çekên kîmyawî rezîl kirine, ji ber ku alîkariya wan ya mehane jî birî.

Lê em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin. ”

Loqman Helebceyî bang li serokatiya herêmê kir ku vê biryarê di berçavan re derbas bike û got:

“Mixabin li hemberî biryarê, hemû fraksiyonên di nav parlamentoyê de jî bêdeng in.”

Back to top button