Li Montpellierê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ hat lidarxistin

Tecrîda li dijî Rêber Apo li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê û Montpellîer yê Fransayê bi çalakiyan hat şermezarkirin. 

Ciwanên ku li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montpellîer yê Fransayê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Ciwanan li Qada Comedy dawî li çalakiya xwe anîn.

Ciwanên Kurd li qadê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Back to top button