Kombenda Efrînê: Divê êdî aliyên peywendîdar ji bêdengiya xwe derkevin

Li dijî kuştina zarokê bi navê Ehmed Maemo bertek zêde dibin.
Kombenda Efrînê û Partiya Heval-bendiya Niştîmanî daxuyanî dan, kuştina Ehmed şermezar kirin û bang li hemû aliyên peywendîdar kirin ku dest ji bêdengiya xwe berdin.
Rêvberiya Xweser jî bang li aliyên hiqûqî û mirovî kir ku komîteya serbixwe ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk li herêmê ava bike.

Kombenda Efrînê ya Civakî ji bo şermezarkirina kuştina Ehmed Maemo li pêşiya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY li Qamişlo daxuyaniyek da:

Kombendê bal kişand ser her çar şehîdên Newroza 2023 ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin kuştin û wiha got:

“Duh jî çeteyên dewleta Tirk zarokek bi awayeke hovane kuşt, ev bûyer di meha Remezanê de û di demekê de tevlîhevî li Efrînê heye, pêk hat.

Sûcê kuştina vî zarokî tenê li ser ferdekî nayê dîtin, li Efrînê kuştin û çavreşiya li hemberî Kurdan bûye çandek.

Mixabin li hember van kiryarên hovane aliyên hiqûqî, leşkerî, navnetewî û parastina mafên zarok û mirovan bêdeng in wekî ku tiştek rû nedaye.”

Kombenda Efrînê dawiyê bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku dest ji bêdengiya xwe berdin û sûcdaran darezînin.

‘Divê komên terorîs ji Efrîn bên derxistin û dagirkeriya Tirkiyê bidawî bibe’

Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyê jî kuştina Ehmed Maemo şermezar kir û got:

“Bi nêzîkbûna salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê re, sûcên li dijî gelan berdewam in, kuştia Ehmed jî mînaka vê yekê ye.

Bi hesabpirsîna ji sûcdaran, ev sûc bi dawî nabin, divê edalet pêk were û komên terorîst ji Efrînê bên derxistin û dagirkeriya Tirk bi dawî bibe.”

‘Divê komîteyeke serbixwe ji bo belgekirina sûcên li Efrînê bê avakirin’

Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyek nivîskî bûyer şermezar kir.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji dema dagirkirina Efrînê her cure sûc û kiryarên hovane û dijpîvanên mirovî û exlaqî pêk aniye û got:

“Kuştina Ehmed Xalid Maemo li ser destê kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatine bicihkirin, tiştekî herî xeternak ku ji siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê hatiye.

Rêveberiya Xweser bang li hemû aliyên hiqûqî û mirovî yên navnetewî kir ku komîteyek serbixwe ava bikin û sûcên dewleta Tirk bi taybet li Efrînê belge bike û ji raya giştî parve bike.

Rêveberiyê her wiha soz da ku ew ê bi hemû erkên xwe rabe û ji bo vegera li Efrînê xebatên xwe bidomînin.

Back to top button