Di roja 161. de encama şerê li Xezayê giran dibe

Di şerê li Xezayê de bi dehan kesên din mirin û birîndar bûn.
Hemasê daxwaza derbarê agirbestê û berdana dîl girtiyan pêşkêş kir, Netanyahû jî ev daxwaz weke bê aqilî pênase kir.
Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê careke din dubare kir ku ewê bikevin herêma Refahê.

Li Xezayê di tevahiya rojê de şer û êrişên giran pêk hatin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê duh ragihand ku hêzên Îsraîlê êrişî kesên li benda alîkariyê bûn kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin di encama êrişa li dijî taxa El Kuweytê de 20 kes hatin kuştin û 155 kes jî birîndar bûn.

Hate diyar kirin rewşa gelek birîndaran girane û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî çapemeniya Filistînê li devera ku êriş lê hate kirin, derdora 30 hezar kes li benda alîkariyê bûn.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên li Xezayê mirin nêzî 31 hezar 500 buye ya birîndaran jî 73 hezar derbas kiriye.

Hemas: Îsraîl bi zanebûn li dijî kesên li benda alîkariyê ne êrişan pêk tîne

Li aliyê din Hemasê ragihand ku Îsraîl koordînatên cihê ku welatî lê li benda alîkariyê dimînin dizane û bi zanebûn êrişan pêk tîne.

Ofîsa Ragihandinê ya Hemasê derbarê êrişê de daxuyanî da û eşkere kir Îsraîl her roj li dijî kesên ku li benda alîkariyê ne komkujiyan dike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin Rêveberiya Amerîka berpirsyarê şerê qirkirinê yê li dijî gelê Filistînê ye.

Hemas: Me daxwaza derbarê agirbestê de pêşkêşî navbeynkaran kir

Li aliyê din Hemasê eşkere kir wan daxwaza derbarê peymana agirbestê û bi hev guhertina dîl girtiyan pêşkêşî navbeynkaran kir.

Hemasê duh derbarê mijarê de daxuyanî da û got;

“Îro Tevgerê, daxwazeke berfireh ya derbarê lihevkirinê de pêşkêşî Misir û Qeterê kir.

Di naveroka daxwaznameyê de dosyaya bi hev guhertina dîl girtiyan jî heye.

Ev gav ji bo rawestandina êrişên li dijî gelê me yê Xezayê, derbaskirina alîkariyê, vegera kesên ji cihê xwe hatine derxistin û vekişîna hêzên dagirker ji Şerîda Xezayê ye.”

Netanyahû daxwazên Hemasê weke bê aqilî pênase kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî ev daxwazên Hemasê ên bi hev guhertina dîl girtiyan û bi dawîkirina êrişan weke bê aqilî pênas kir.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê Qeterê daxwazên Hemasê ên derbarê peymana agirbestê û bi hev guhertina dîl girtiyan de pêşkêşî Îsraîlê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû derbarê mijarê de daxuyanî da û got, “Hemas di daxwazên xwe yên bê aqil de israr dike.”

Netanyahû: Em ê bikevin Refahê û zextên navnetewî red dikim

Li aliyê din Netanyahê careke din dubare kir ku ew ê li dijî herêma Refahê ya Xezayê operasyona bejahî destpê bikin.

Netanhayû ku duh serdana baregehên leşkerên Îsraîlê kir derbarê mijarê de axivî û wiha got,

“Em ê bikevin Refahê. Zextên navnetewî ên ji bo astengkirina vê yekê red dikim. Em operasyonê pêk bînin û erka xwe ya tunekirina şervanên Hemasê bi dawî bikin.”

Mihemed Mistefa bû serokwezîrê Filistînê yê nû

Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas Mihemed Mistefa ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kir.

Mihemed Mistefa yê ku bû serokwezîrê nû yê Filistînê berê di gelek saziyên rêveberiyê de erk girtiye.

Hikumeta serokwezîrê berê Mihemed Iştiyye 26’ê Sibata derbasbuyî îstifa kiribû.

Sîsî: Misir ji bo li Xezayê di çend rojan de agirbest pêk were dixebite

Back to top button