Geir Pedersen: Li Sûriyê çareseriyek siyasî xuya nake

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku piştî nêzî 13 salan ji aloziya Sûriyê re ti çareseriyeke siyasî li ber çavan nîne.
Pedersen destnîşan kir ji bo aliyên pev diçin gavên cidî bên avêtin û heger derfetek ava bibe beyî ku dereng bibe bên nirxandin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyê Geir Pedersen derbarê rewşa dawî li Sûriyê de axivî.

Pedersen anî ziman ku li Sûriyê 16,7 mîlyon kes hewceyî alîkariya mirovî ne.

Her wiha zêdetirî 5 mîlyon kes jî li welatên cîran wek penaber dijîn û 7 mîlyon kes jî bê cîh û war mane.

Geîr Pedersen balkişand çareseriya siyasî ya li Sûriyê û got:

“Heya çareseriyek siyasî ku ev şerê 13 salin didome bi dawî bike, nebe, ti hêviyek ji bo xelkê Sûriyê tune ye.”

Pedersen: Ji bo çareseriyê gavên cidî bên avêtin

Pedersen destnîşan kir ji bo aliyên pev diçin gavên cidî bên avêtin û heger derfetek ava bibe beyî ku dereng bibe bên nirxandin.

Pedersen bang li hemû aliyên şer kir ku kesên bi kêyfî hatine girtin û binçavkirin demildest û bê şert serbest werin berdan.

Geîr Pedersen teqezî li ser pêwîstiya çareser kirina kêşeya girtî, revandî û wendayan li asteke li gor mezinahiya karesatê û dabînkirina pêbaweriya her rêyên siyasî bo aştiya domdar kir.

Pedersen: Şert û mercên vegera bi ewle yên koçberan tune ye

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê anî ziman ku hê jî şert û mercên pêwîst ji bo vegera ewle, birûmet û bi dilxwazî ​​ya penaber û yên ji cih û warên xwe bûne tune ne.

Pedersen diyar kir ku divê civaka navneteweyî ji bo pêvajoyeke siyasî ya ku dê bibe sedema çareseriyeke berfireh a aloziyê ku dê bi tedbîrên pêbaweriyê dest pê bike

her wiha Komîteya Destûrî xebatên xwe bidomîne û dê bibe sedema çareseriyeke berfireh ji bo pirsgirêkê.

Back to top button