HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker û hevkariya PDK’ê de daxuyaniyeke duyemîn da. HPG’ê diyar kir gerîla li herêma Zapê di bin bombebarana giran de li dagirkeran xistin û di çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşan û çalakiyên gerîla daxuyaniya duyemîn da.
HPG’ê diyar kir çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ku şeva 17’ê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, bênavber dewam dikin û gerîla derbên giran li dagirkeran xistine.
HPG’ê ev agahî parve kir;
17’ê Nîsanê di saetên êvarê de qada Karker 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Heman rojê êvarê dagirkeran bi helîkopterên êrîşê qada di navbera herêmên Karker û Şehîd Ciwan de bomberdûman kirin.
18’ê Nîsanê berdestê sibê qada Girê Şehîd Ciwan bi balafirên şer û helîkopteran bi dijwarî hatiye bombebarankirin.
Piştî bombebaranê, dagirkeran leşker danîn qadê. Hêzên me dagirker xistin bin kontrola xwe derb li wan xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Heman rojê di saetên sibê de qadên li Karker û Girê Şehîd Ciwan li dagirkeran hatiye xistin. Di encama van çalakiyan de 1 dagirker hat cezakirin û 1 jî birîndar bû.
HPG’ê eşkere kir, li herêma Zapê ku 27 caran bi balafirên şer hate bombebarankirin, di çalakiyên gerîlayan de 4 dagirker hatin ceza kirin.