Bi hezaran şêniyên Tirbespiyê dijî êrişan daketin kolanan

Li Dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro jî daketin qadan. Bi hezaran şênî li Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Kobanê li dijî êrişan meş û çalakî lidarxistn û soza bililndikirna têkoşîna hat dayîn.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên dijî êrişên dagirkeirya Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên xwe dewam dikin.

Bi hezaran şêniyên Tirbesiyê îro daketin kolanan û li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê hêrsa xwe nîşan da.

Bi hezaran şêniyên Tirbespiyê tevî nûnerên saziyên sivîl li pêşiya avahiya Kongra Star kom bûn û ber bi navenda navçeyê meşiyan.

Dîmen di montaj giştî- raperîn- tirbesipiye meş de ye

Piştî ku meş veguherî mitîngê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê hevserokê meclisê Hesen Obêd axivî û li dijî êrişan banga hevgirtinê li gelê Kurd kir.

Bi hezaran şêniyên Dirbêsiyê dijî êrişan daketin kolanan

Bi Hezaran şêniyên Dirbêsiyê jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê meiyan .

Piştî meş veguherî mitîngê, hevserokê bîroya PYD’ê ya navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xelef axivî û û got, dagirkriya Tirk tevî hevkariya hin aliyên Kurd her tim li hemberî berxwedana gelê Kurd têk çû.

Li Kobanê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan

Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê jî bi heman armancê daketin kolanan û êrişa dagirkeriya Tirk ya bi hekariya PDK’ê li dijî gerîla şermezar kir.

Şênî ji Qada azadî ber bi qada Jina Azad ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê daxuyanî hate dayîn û bang li gelê kurd hate kirin ji bo têkbirina dagirkeriyê asta têkoşînê bilind bikin.

Back to top button